KERKUK – Komeleya Gencanî Welatparêzî Kurdistan bi dirûşmeya “Emê bi fikra Rêber Apo xwe rêxistin bikin, xiyanet û dagirkeriyê hilweşînin” konferansa xwe ya 4’emîn lidar xist.
Konferans li bajarê Kerkûkê bi beşdariya 200 endaman û gelek mêvanan hat lidarxistin. Di konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, axaftina vekirinê ve berdewam kir.
Encamnameya Konferansa çaremîn a Komelên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ya ji 18 xalan hate eşkere kirin. Di konferansê de biryardariyeke mezin ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkbirina dagirkeriyê derket.
Doh li bajarê Kerkûkê, çaremîn konferansa Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi beşdariya 200 delege û mêhvanan, her wiha bi dirûşma, ‘Bi fikrê Rêber Apo, xwe birêxistin dikin, xiyanet û dagirkeriyê têk dibin’ hate lidarxistin.
Konferansa ku rojek ajot, bi eşkere kirina encamnameyê bi dawî hat. Di encamnameyê de 18 xal hatin destnîşankirin;
-Li Dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li gel şermezarkirina bêhelwestiya Yekîtiya Ewropayê, radigihînin ku emê asta têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bilind bikin.
-Li hember dagirkerî û operasyonên dewleta Tirk a dagirker û hemû dagirkeriyên li ser çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jî li ser Şengal û Başûrê Kurdistanê bi her awayekî têkoşîn dikin.
-Li ser pîvana yekîtiya netewî piştgirî didin şoreşa parçeyên din ên Kurdistanê û yên dijbertiya wan dikin şermezar dikin. Her wiha dijbertiya yên xeta xiyanetê li Kurdistanê esas digirin û difiroşin, dikin.
-Li hember siyaseta birçîkirinê û bêîradekirina ciwanan, bikaranîna civakê ji bo siyaseta eşîrtî û hizbayetiya teng, têkoşîn kirinê weke erka xwe ya sereke dibînin.
-Ji bo dawî anîna terorê û hemû êrîşên li ser gelê me, pêşxistina feraseta parastina rewa weke erka xwe ya sereke dibîne.
-Sîstema li Başûrê Kurdistanê ku îflas kiriye, weke alternatîf Xwerêveberiya Demokratîk dibîne û pêşxistina wê jî weke yek ji erka xwe ya sereke dibîne.
-Piştgirî didin xwerêveberiya Şengalê û her wiha ji bo bihevre jiyankirina gelan, vê sîstemê ji bo Kerkûk û Başûrê Kurdistanê jî guncav dibînin û ji bo wê têdikoşin.
-Ji bo girtiyên di oxira azadî û mafê gel de li çar parçeyên Kurdistanê hatine zîndanîkirin têdikoşin, ji bo azadiya girtiyan heta dawiyê têdikoşin. Bi taybet ji bo ew kesên di van demên dawiyê de li Behdînanê hatine girtin, ciwanên ku PDK binçavkirine (Kemal Kerkûkî û her sê hevalên jin ên RJAK) yên bê sûc, ji bo mafên wan ên rewa û azadiya wan têdikoşin.
-Têkoşîna me ya li hember her cûre qirkirina çandî û cewherê civakê wê berdewam bike.
-Festîvala şehîd ‘Genco Hesekê’ wê her sal bê lidarxistin.
-Dijî şerê taybet û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, xebatên îdeolojîk dê werin meşandin, çalakiyên cûrbecûr werin lidarxistin û ciwan werin hişyar kirin.
-Ji bo rêxistinkirina xebatên werzîşa alternatîf, wê li hemû herêman xebat bên destpêkirin.
-Wê ji bo pêşxistina fikrê civaka jîngehparêz xebat werin berfireh kirin.
-Salveger û rojên dîrokî yên gelê Kurd wê bi çalakî û şahiyan were pîroz kirin.
-Li hember hemû rewşên ji nişkave û awarte yên di nava civakê de rû didin, xwedî helweste û çalakî lidardixe.
-Ji bo nasandina şehîdan û navdarên Kurd, bi rêya nivîs, seminer û sînevîzyonan wê xebat bên berdewam kirin.
-Li dijî koçberkirina komî ya ciwanan a ji bo derveyî welat, xebatên îdeolojîk, nasandina dîrok û rastiya Kurdistanê werin meşandin.
-Peywendî li gel ciwanên ji neteweyên din (Ereb-Tirkmen û hwd) saz bike û rêxistinkirina wan weke erka ser milê xwe dibîne.