HECÎN – Pêşangeh li hola civînan a Meclisa Ciwanan a bajarokê Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê hat vekirin.
Dayika şehîd Emîr El-Mixlif bi amedebûna nûnerên meclisên sivîl, herêmî, leşkerî, meclisa malbatên şehîdan, Mala Jinan û Partiya Sûriya Pêşerojê pêşangehê vekir.
Her wiha der barê têkoşîna rêber Abdullah Ocalan de semînerek hat dayîn. Di semînerê de behsa Komploya Navneteweyî ya sala 1999`an a li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li dijî wî hat kirin.
Tê payîn ku pêşangeh heta dawiya vê hefteyê dewam bike.
Hêjayî gotinê ye ku şehîd Emîr El-Mixlif di 22`yê Nîsana 2018`an de tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûbû û di 31`yê Gulana 2019`an de di encama teqîna mayinekê de li bajarokê Siwêdan şehîd bûbû.