DIRBÊSIYÊ – Li gorî nûçegihana me, ciwanê bi guleya cendermeyên dewleta Tirk hatiye kuştin navê wî Hemadî Ebid El-Hisên e û ji navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê ye.
Navê ciwanê din yê ku cendermeyan îşkence lê kiriye, Mihemed Letîf El-Ezawî ye û ji navçeya Mergedê ya kantona Hesekê ye.
Her du ciwanan hewl dida ji aliyê sînorê li hember gundê Etşan a rojavayî Dirbêsiyê re, derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.