ZAXO – Dewleta Tirk a dagirker li qadeke navbera gundên Bankê û Boselê li wesayiteke sivîl xist ku ji Mûsilê diçû herêma Batûfayê.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, di encama vê êrişa dewleta Tirk a dagirker de Ehmed Şakir (40) û Yûsif Omar (26) jiyana xwe ji dest dan.
Cihê ku êriş lê hate kirin, qadeke ger û geştê ya sivîlan e.
Balkêş e ku çapemeniya PDK’ê ji bo dewleta Tirk mafdar nîşan bide nûçeyên li ser berevajîkirina bûyerê diweşînin.