NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyekî ve rêzeşewatên ku herî dawî pêk anîne parvekir.
Daxuyaniya Zarokên Agir wiha ye:
“LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN TC YA MÊTÎNGER ME LI DU BAJARAN AGIRÊ TOLÊ PÊXIST
TC her roj li Kurdistanê bi bombardimanê Kurdan qetil dike, wê ev kiryarên dikin ji wan re nemîne.
Dem dema hesap pirsîna ji Dewleta Tirk ya ku li Rojava, Şengal û her devere Kurdistanê komkujiyan
pêktîneye. Feryadên dayîkan ji bo her Kurdek xwedî namûs û şeref banga tolhildaneye.Yên ku li
hemberî şewata daristanên Şemzînan, Dêrsim û Amedê ku ji aliyê leşkerên Tirk ve tên şewitandin kor,
ker û lalê hevkarê vî suciye. Em wekî Înîsiyatîfa Zarokên Agir ji bo şewitandina daristanên me, zarokên
Kurd yên tên qetilkirin, her mermiyek ku li welatê me tê berdan û her gundek me yê ku tê şewitandin
zêdetir hesap pirsînê îlan dikin. Tirkên ku Kurdan wekî mirovan nabînin û mafê jiyana wan nas nakin
em tola sedsalan bi hemleya Çoktewandinê ji wan digirin.
Berfirehîya Şewatan;
-20.08.2021 Li Antalya navçeya Alanya otêla çar stêrk blue fish ya turîstan.
-18.08.2021 Li Antalya Kumluca yurda xwendekaran ya bi navê Havva-Sedat Avcıoglu Fen Lisesi.
-19.08.2021 Li Antalya Kumluca qada zeytunan ya aîdê Tirkên faşist ji bo tola Efrînê hat şewitandin.
-19.08.2021 Li Konya navçeya Seydişehir besixaneya Dursun Koç yê AKP’yî hat şewitandin 400 hezar
lira zirar da çêkirin.”