BEHDÎNAN – Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li herêma Metînayê weşand, ku di encamê de dagirkerek hatibû cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
4’ê Tebaxê saet di 12:00 de li dijî dagirkerên li Geliyê Girê Milîtan bi rengê sekvanî çalakî hate lidarxistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.”