DIRBÊSIYÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Dirbêsiyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Zirgan, Til Temir, Şehba û Şengalê şermezar kirin û bang li ciwanan kir ku li dijî van êrişan bisekinin û berxwedanê bilind bikin.
Têkildarî mijarê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Sûriyê yên kantona Hesekê kom bûn ku tev li daxuyaniyê bibin. Endamê yekitiyê Lelya Bekir daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişa li dijî sivîlên li Zirganê armanc dike ku vîna gelê bişikîne û herêmê wêran bike.
Di demên dawî de dagirkeriya Tirk êrişên xwe yên li dijî Zirgan û Til Temirê zêde kirin, sivîlan di malên wan de hedef digire. Divê em li hember van êriş û sûcên li dijî gelê me pêk tên bisekinin.
Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan piştrast dikin ku em ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên me li ber xwe bidin û dê asta têkoşîna xwe li kêlek hêzên xwe yên leşkerî heta dagirkeriyê têk dibin û gelê me bi ewle û aştî dijî, bilind bikin.”