STENBOL – 15’ê Tebaxê li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Kurdistanê, bi bûyer û çalakiyên cuda hat pîrozkirin. Pîrozbahî îro jî bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan dewam dike.
Bi minasebeta 15’ê Tebaxê ku jê re roja vejînê ya gelê Kurd jî tê gotin, çalakiyên li Stenbolê di pêşengiya ciwanên welatparêz de didomin.
Ciwanên welatparêz bi boneya Pêngava 15’ê Tebaxê li taxa Gazîosmanpaşa ya Stenbolê meşiyan. Ciwanên welatparêz pankarta “Me Dara Azadiyê Bi Xwîna Şehîdan Av Daye” û posterê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hildan.
Di meşê de ji bilî dirûşmên “Fermandar Egîd dijî, PKK şer dike”, ciwanan fîşekên hewayî teqandin û bang li her kesî kirin ku bi ruhê 15’ê Tebaxê cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin.