NAVENDA NÛÇEYAN – HRE bi daxuyaniyeke nivîskî ve rêzeçalakiyên herî dawî bi parvekir.
Daxuyaniya HRÊ wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me di navbera rojên 17 û 23ê Tebaxê de çalakiyên bibandor lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 17ê Tebaxê, li gundê Qurbê ya navçeya Cindirêsê, ji aliyê Tîma Şehîd Avesta ve çalakiyek sabotajê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de serçeteya bi nave Ebû Docana û 2 çeteyên din hatin kuştin.
Li roja 21ê Tebaxê, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di encama çalakiyek sabotajê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
Li rojên 22 û 23ê Tebaxê, li gundê Keferxweşê ya bajaroka Ezazê, li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên bibandor hatin lidar xistin. Di çalakiya 22ê Tebaxê de 2 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Di çalakiya 23ê Tebaxê de jî 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha, mewziyek û konteynirek jî hatin ruxandin.
Di wan çalakiyan de bi gişî; 9 çete hatin kuştin, 12 çete jî brîndar bûn.”