LAVRÎO – Şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) Xelîl Jêhat (Mehmet Şiyar Ozer) ê ku di 24’ê Tebaxa 2016’an li qada şehîd Remzî ya Lîceyê şehîd ketibû, Botan Başkale (İlhamî Polat) ê ku di 16’ê Tebaxa 2019’an li qada Zapê şehîd ketibû û Senar Zagros (Serhat Goksu) 19’êTebaxa 2021’an li Almanyayê jiyana xwe ji dest da bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) merasîmek hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyên şehîdan û find hatin danîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” hate qîrîn.Tevî malbatan, çalakgerên greva birçîbûnê, endamên Saziya Parîsê ya alîgirên Kurdan û komên enteransyonalîst tevî bîranînê bûn.
Birayê Senar Zagros (Serhat Goksu) Sîdar Goksu di derbarê birayê xwe axivî û wiha got:”Şehîd Senar dildarê çiyayên Kurdîstanê bû. Ji ber vê yekê berê xwe da çiyayê azad. Şehîd wê timî rêya me ronî bike. Şehidên me hemûya ye. Birastî ji bo ez birayê xwe bibînim ez hatim vira lê mixabin çênebû. Berî ez bigihêjim ba wî şehîd ket. Ez pir xemgînim. Emê her tim li ser şopa wan bimeşin. Em ê li pey bîranîna wan bin.”
Piştî nirxandina sînevîzyonê çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.