STENBOL – Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê dibin şert û mercên tecrîdek girankirî de ye, ji bo hevdîtina roja Duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêber Gelan Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu, ji bo bi miwekîlên xwe re roja Duşemê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç jî, ji bo hevdîtina roja Duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatên hersê girtiyên li cem Ocalan dimînin jî jî serlêdan kirin. Birayê girtî Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran ji bo roja duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.