AMED – Eskeran bi ser gundê Hewrê yê navçeya Karazê de girtin û 8 kes bi îşkenceyê revandin.
Eskeran duh şev bi ser gundê Hewrê yê navçeya Karaz a Amedê de girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, eskerên ku derdora gund dorpêç kirin, dûre ketin malan û yek bi yek li malan lêgerîn kirin.
Piştî lêgerîna 3 saet û nîvan eskeran Salîha Narîn, Rojda Narîn, Ûbeydûlah Narîn, Veysî Narîn û 4 kesên din ên navên wan nehat zanîn revandin. Hat ragihandin ku eskeran îşkence li kesên ku hatin revandin kirine û gef li wan xwarine. Rojda Narîn a di nava kesên hatin revandin de cih digire, li pêş çavên her du zarokên xwe yên 8 û 13 salî îşkence lê hatiye kirin.
Hat hînbûn ku 8 kesên hatine revandin birine Qereqola Cendermeyan a Navçeyê û têkildarî binçavkirina wan tu agahî nehatin bidestxistin.