NAVENDA NÛÇEYAN –
Fehîm Işik Nivîsand
Bi taybet di beyanên rêxistinan de hevoka ewil pirî caran bi peyva, ‘Em ji pêvajoyeke pir hessas derbas dibin’ destpê dike. Rast e, hemû dem hessas in, li niha pêvajo bi rastî jî gelek hessas e. Êdî mesele ne tenê statû ye. Mesele hebûn û tunebûn e.
Yên neyartiya kurd û Kurdistanê dikirin, êdî têgihîştîn ku kurd hene û nayên înkarkirin. Bi redkirin û zordestiyê jî nikarin dawî li kurdan bînin. Ji ber vê rastiyê stratejiya xwe guhertin û niha kontrolkirina kurdan ji xwe re kirine armanc. Ango, ew ê red nekin, heta ew ê dijminatiya statuyê jî nekin lê bes ew ê bîad bixwazin. Ne bîadek ji rêzê. Bîada sedî sed ew ê ferz bikin.
Belê problema vê heyamê jî hene. Problema mezin ew e ku yên bîad dixwazin di navbera xwe de jî ne bi hev in. Bi gotineke din ger em kurd biryara bîadê bidin jî, yek; em nizanin em ê bîadê kî bikin. Dudu; em bîad jî bikin ji ber ku di navbera wan de jî nakokî hene em nikarin ji êrîşên wan xilas bibin.
Li başûrê Kurdistanê federasyonek fermî heye û tevayî dewletên heyî vê federasyonê nas dikin. Başûrî xwestin ber bi serxwebûnê re bimeşin. Hêzên emperyal û dagirkerên herêmê ketin rêza dijminatiyê û di ser de axên azadkirî yên wekî Kerkûk, Mendelîn û Xaneqîn jî ji nû ve dagirkirin. Dewleta tirk jî tê de, derdê wan ne tenê dijberiya serxwebûnê bû. Aşkera digotin û niha jî vê siyaseta xwe ya qirêj didomînin. Derdê wan ew e ku kurd daxilî sîstema wan be û bi gor rê û rêbazên ev sîstema zordar tevbigerin. Eger kurd vê qebûl bikin, ew ê dewletek serbixwe jî çêbe, gelek gavên din jî bi serweriyên nû yên kurdan re ew ê bêne avêtin.
Bêguman, belkû ev helwest li hinek kurdên me xweş were. Lê rastî ne wisa ye. Ji ber ku bîad û lîstok di nav hev de ne. Piştî bîadê ew ê wekî niha, tenê bilîzîn ku niha jî li başûrê Kurdistanê lîstik bi ser lîstîke tên kirin.
Tiştên li Başûr diqewimin, li ber çavan e. Dewleta tirk axên Kurdistanê wekî mala bavê xwe dixebitîne. Polîtburoya YNK’ê, dikare biryara derkirina hevserokê YNK’yê bigire. Hikûmeta Iraqê bi biryarên dijqanûnî wekî gogek bi kurdan re dilîze. Êrîşên li ser Şengalê bêperwa didomin û ji cîhanê yek dengek dernakeve.
Heman tişt dixwazin li rojavayê Kurdistanê jî bikin. Li alî leşkerî ve heta tu bêje peywendiyek xurt danîne. Lê yek peywendiyek fermî ya siyasî danaynin. Her wiha, dema dilê wan bixwaze rê li ber êrîşên dagirkeran vedikin. Di ser de jî li hember hemû êrîşên qirêj, yek dengek dernaxin, bertekek nîşan nadin.
Sedem aşkera ye. Dixwazin, bîada rayedariya siyasî û leşkerî ya rojavayê Kurdistanê pêk bînin û her tişt bi gor berjewendiyên xwe bi rêve bibin. Eger ev pêk were, dikarin rê li ber rojavayê Kurdistanê jî vekin.
Bêgûman, di navbera aliyan de peywendî esas e. Bila hebin. Lê ev tiştana bi berjewendiya dualî dibin. Berjewendiya aliyek ne azadî û ne jî wekhevî bi xwe re tîne. Her wiha xeterek mezin e. Kurd van fîlman 1946’a de jî, 1975’a de jî dîtibûn.
Ji ber vê yekê ye ku em dibêjin, ev dema ku em tê de ne, gelek hessas e.
Divê ji bîr neçe ku kurd, ne bi bîadan, bi lîstik û dafikan lê tenê bi lihevkirina navxweyî dikarin xeterên vê demê ji holê rakin.
WELAT