NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan hat destpêkirin, di roja 275’emîn de dewam dike û koma 50 ya grevê dewr girt. Çalakiya li Mexmûrê di roja 254’emîn û ya li Yunanîstanê jî, ket roja 237’emîn.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 50 ya dewr girt, di roja 275’emîn de berdewam dike. Ji 14’ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.