NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî wiha da zanîn: “Hêzên me duh bi şev 18 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê û kesên têkiliyên wan bi îstixbarata Tirk re hene ku li herêmên Sûriyê yên dagirkirî ne, girtin.”
QSD`ê di encama xebatên îstixbaratî de li herêma Ebû Xeşeb a li rojavayê Dêrazorê rêzeoperasyonên ewlehiyê pêk anîbûn.
Di wan operasyonan de 18 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin, gelek cebilxane û belge desteser kirin ku têkiliyên wan kesan bi teqîn û bûyerên kuştinê îsbat dikin û ev bûyer li gorî perspektîfên îstixbarata Tirk a li herêmên dagirkirî, pêk anîne.