NAVENDA NÛÇEYAN –
Mirov her yek ji dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn weke walîtiyên sîstemê binirxîne, ev yek wê me zêdetir nêzî heqîqetên civakî bike. Herçiqasî walîtî bibin komarên serbixwe yan jî qraltî, ev yek wê naveroka wan neguherîne. Kêm serbixwetî, zêde serbixwetî dereweke mezin e. Yên vê rastiyê fêhm nekin, piştî heftê salî jihevdeketina Rûsya Sovyetê, Rêveberiya Faşîzma Spî ya di Komara Tirkiyê de, faşîzma reş a dewletên netewe yên Ereb, faşîzma kesk a li Îran, Pakistan û Afganistanê nikarin fêhm bikin. Erê, nikarin ji hev derxin ku li her devera dinyayê qaşo dewletên bi temamî serbixwe çawa ji nişkê ve hildiweşin, reng diguherin, hêzeke mezin a mîna Çînê çawa dibe hêzeke bingehîn a ku kapîtalîzmê li ser piyan digire.
Di dema Serokê DYE’yê G.W. Bush de Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ket rojevê û herweha dagirkirina Afganistan û Iraqê, projeya Îslama Nerm a li Tirkiyê kir alternatîfeke nû. Faşîzma Tirk a Spî ji ber avabûna xwe ya kevinbûyî û laîk ji girseyan îzole bûbû. Herweha deriyên xwe li derve girtibûn. Li kapîtalîzma global zêde ne vekirî bû. Ji ber ku li hemberî Emerîkayê tevgereke ciddî ya sosyalîst û demokratîk tinebû, hewcedariya wê zêde bi faşîzmeke nijadperest tinebû. Ji vê jî ya girîngtir ew bû, Tevgera Demokratîk a Azadiya Gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê û li parçeyê Kurdistana di bin serweriya Tirkiyê de pêşketina xwe dewam dikir. Ango wexta ku mirov rewşa îdeolojiyên faşîst ên di rengên nijadperest û spî de li ber çavan bigire, mirov bi hêsanî fêhm dike ku hewcedariyê bi elîteke Tirk a faşîst kesk dibînin.
Senteza Tirk-Îslamê ya bi darbeya 12’ê Îlonê li Komara Tirkiyê kirin îdeolojiya fermî, ya rastî gavavêtineke bi patenta DYE û Ingilîstanê bû. Şoreşa Îranê ya wê demê û dagirkeriya Yekîtiya Sovyetê li Afganistanê (1979-1980), sîstema hegemonîk a bi giranî ji DYE û Ingilîstanê pêk hatî li hemberî van bûyeran neçar kir ku bi rêya Komara Tirkiyê tevdîran bigire. Di encama vê tevdîrê de têkoşîna şoreşger a Tirkiyê bi awayekî bêrehm tepisandin, li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê hûrûkûr meşandin û Komara Tirkiyê li Rojhilata Navîn kirin jendermeyekî pê ewle û jê piştrast. Rejîma dewleta Tirkiyê di vê çarçoveyê de bi temamî bûbû Gladîo. Ya rastî, ya pêkhatibû ew bû; artêşa NATO’yê ya bi dizî Gladîo bi awayekî berfireh hatibû bikaranîn. Ev amûrên Gladîo yên cara pêşî li Tirkiyê ketin nava tevgerê şerê îro li Iraq û Afganistanê dimeşînin. Civîna Bilind a dawî ya NATO’yê ji bo vê konsepta şer weke stratejiya nû ya fermî ya NATO’yê îlan bike (Civîna Bilind a Lîzbonê ya di dawiya 2010’an de), xwe amade dike.
‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyek e, û bi giranî navenda lê diqewime cografya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ lê gurr bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîne. Ji ber ku bûyerên li vir pirr eşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bêtesîrkirin, li Iraq û Afganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Emerîka Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe. Ango ev şer hê li nîvî ye. Dibe ku ev şer bi kêmanî hê deh salên din (li gorî pîlanên dawî û stratejîk ên NATO’yê) dewam bike. Di çarçoveya zanistên civakî de rast nîne ku mirov bibêje, bi awayekî vebirrî wê wisa bibe, lê bi îhtîmaleke xurt wê wisa bibe. Carinan dîplomasî û carinan jî wê şîddet zêde bibe. Bi krîzên ekonomîk ên bi kontrol û dijwar wê destwerdin rojevê. Carinan wê pêşektiya qadan biguhere, lê bi vî awayî yan jî bi awayekî din şer bi giştî wê li gelek qadan pêk bê. Eger ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan were girtin, hingê baştir wê bê fêhmkirin ka çima operasyona 1998’an a li dijî min di çarçoveyeke navneteweyî de hatiye meşandin û çima operasyona herî mezin a Gladîo’ya NATO’yê ye. Bêguman di şerên mezin de timî hêzên hegemonîk bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk ji aliyê sîstemîk ve dikarin têk biçin, gel jî dikarin ji aliyê sîstemîk ve bi ser bikevin.
Lîberalîzm tevî êrîşên xwe yên îdeolojîk hemûyan jî modernîteya kapîtalîst ketibû pêvajoya pêxîrtengiya herî mezin a dîroka xwe. Bi jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî re stûneke wê ya bi hêz qelibîbû. Ya rastî, modernîteya kapîtalîst di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de ji hev de ketibû, lê sosyalîzma pêkhatî temenê wê dirêj kir. Lewma jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî serketina lîberalîzmê nebû, berevajî ji mezhebê xwe yê herî bi hêz mehrûm bûbû. Pirr dirêj neajot ev yek hat fêhmkirin. Piştî salên 1990’î pêxîrtengiya ekonomîk bêhtir zêde bû û weke çare dagirkeriya Iraq û Afganistanê xistin rojevê û bi vê re hewl dan Projeya Rojhilata Navîn a Mezin pêk bînin û pirr neçû pêxîrtengiya sîstemê ya ji avabûnê bi temamî xwe da der. Çîn a ji sosyalîzma pêkhatî mabû jî wê nikarîbûya modernîteya kapîtalîst rizgar bikira, berevajî, wê weke navenda hêzeke nû ya hegemonîk bi roleke bi tehlûke rabûya. Rewşa dinyayê ya nû, ji ber modernîteya kapîtalîst bû ku dinyayê bi wê nikarîbû dewam bikira, ya din jî ji ber tinebûna alternatîfeke nû bû. Veguherîna di zanista civakî, siyaset, etîk û estetîkê de bi vê rewşa derketibû holê re têkildar bû; hem sedem, hem jî encama wê bû.
Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’ê de êrîşeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû, û ya rastî, bi vê êrîş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990’î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATO’yê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYE’yê li dinyayê. Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonya DYE’yê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê bihata tijîkirin. Wekî din, bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin. Armanca pêngava pêşî ya li dijî Afganistanê ew bû, ji bo ku Rûsya û Çîn valatiya hegemonîk a li Asya Navîn tijî nekin bi lez tevgeriyabû û xwestibû însiyatîfê ji dest nede. El Qaîde û Talîban bi vê armancê weke amûrên paravan hatin bikaranîn. Eger bixwazin dikarin di nava bîstûçar saetan de dawiyê li wan bînin. Lê ji bo rewakirina şer diviyabû hebûna wan timî di rojevê de bihata hiştin. Di çarçoveya amadekariyên kirî de pêngava pêşî ya şer bi awayekî serketî pêk hat. Pêngava Iraqê jî bi serdestiya teknolojîk bi heman lezê gihişt armanca xwe. Armanc têkbirina rejîma Saddam Huseyîn bû. Ev armanc bi cih hat, lê zehmetiya rastî di qada siyasî de derket holê. Piştî ku rejîmeke asî mîna Iraqê (mirov dikare bibêje waliyê sîstemê wezîfedarkirî yê serî rakir) hilweşiya, tevahiya dîroka şaristaniyê xirabiyên ketibûn ser hev hemû mîna ku Qutiya Pandorayê vebe yek bi yek li naverastê weşiyan, belav bûn.
Rewşa Îranê û dewletên netewe yên din bêhtir bi pirsgirêk e. Jixwe dewletdariya netewe ya Afganistan û Pakistanê bi awayekî xeternak ketine pêxîrtengiyê. Şerên sedsala dawî yên dewleta netewe belkî jî felaketeke ji bombeya atomê mezintir bi serê van gelan û çandan de aniye. Gelên behsa wan têne kirin, bi komplo, hilweşîn û reşkujiyên ti carî di dîroka xwe de nedîtine rûbirû dibin. Îran her kêlî dibe ku bi felaketa atomê re rûbirû bibe. Çanda Îranê ji serî ve di serî de çanda dewleta netewe bi modernîteya kapîtalîst re pev diçe. Li dijî hêmanên têne ferzkirin hemûyan li ber xwe dide. Şîatiya weke diyardeyeke bêhtir herêmî û dîrokî tê ferzkirin, ji niha ve ji aliyê gelên Îranê ve hatiye fêhmkirin ku mîlliyetgirî ye, çêkirineke modernîteya kapîtalîst e, û bi vê maskeyê Şoreşa Îslamî ya Îranê tê pûçkirin, lewma li ber wê radibin. Bûyerên li Afganistan û Pakistanê diqewimin jî cuda nînin. Tevî cambaziyên Hîzbullah, El Qaîde û Talîbanan jî ser rastiyê nayê girtin. Divê mirov ji bîr neke ku ev hersê saziyên bi maske jî ango Hîzbullah, El Qaîde û Talîban ji aliyê dewletên netewe yên xulam ve hatine damezrandin û niha jî li dijî efendiyên xwe yên hegemonîk DYE û Yekîtiya Ewrûpayê weke amûrên şantajê têne bikaranîn da ku ev dewletên netewe yên xulam karibin bêhtir parê bigirin. Ango ev amûrên tevkujî, reşkujî û komployan bi hev re ava kirine da ku pê hevdu terbiye bikin û ji bo ku para xwe bêhtir bikin li dijî hevdu bi kar tînin. Belkî jî di dîrokê de amûrên evqasî kirêt ên lîstikên komployan nehatine vedîtin. Bi van amûrên lîstikê yên komploger mîna bi darqîtik û pelê bilîzin, gel û çandên wan kuştin. Eşkere ye ku bi van amûran ne li Rojhilata Navîn êdî lingê sîstemê cih digirin, ne jî dewletên netewe yên hevkarên wê ne, diedilin û îfleh dibin.
Di roja me ya îro de yek ji felaketên herî mezin di warê asêmayîna dewleta netewe de li ser xeta Afganistan-Pakistanê pêk tê. Herweha bi vê ve girêdayî pirsgirêka Keşmîrê jî bi temamî ji ber dewletgiriya netewe ye. Pirsgirêkên Pakistan-Hindistanê, Pakistan-Bangladeşê ji ber heman zêhniyeta mîlliyetgir pêk hatine, hê jî pêk tên. Çareserî û aştiyên dewleta netewe li gorî xwezaya wê rê li ber şer û çaresernebûnê vedikin. Ev mînakên berbiçav jî vê rastiyê têra xwe rave dikin. Li Afganistanê xwestin modelên dewleta netewe yên hem komarger, hem monarşîk, hem jî sosyalîzma pêkhatî pêk bînin. Di encamê de civakeke Afganistanê ya jihevdeketî û nikare xwe dewam bike di nava şîddeta çavkorî ya ti prensîba wê nîne û çavsorbûyî de heye. Ji bilî têgîn û teoriya neteweya demokratîk ti zêhniyet û îrade nîne ku van koman ji nû ve bi rêkûpêk bike û bigihîne azadî û jiyaneke demokratîk. Pirsgirêkên civakî heta bi awayekî zêhnî ji hev neyên derxistin, bi awayê avabûnê çareser nabin. Zêhniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta bi Hindistanê ji bo gel û çandên gelekî cihêreng çarçoveya yekparebûnê ya herî baş pêk tîne.