AMED – Mehmet Güneş,ê kû karê qirêj,ê Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu dimeşîne,cihê karê xwe,yê kû bi piştgirîya dewletê vekiriye,liwir kiriye cihê fuhuş û esrarê.
Di çarçoveya polîtîqayên şerê taybet ên dewleta Tirk,ê li dijî ciwan û jinên ciwan ên li Kûrdistanê de dimeşîne,tê xwestin kû her tax û kolan bibe cihê esrar û fuhuşê.
Ev polîtîqayên qirêj kû bi hemû rê û rêbazên dewletê tên xwestin kû têqin nava jiyanê,bi hemû leza xwe didome.
Em jî wek Ajansa Nûçe Ciwan,van polîtîqayên qirêj ên dewletê yek bi yek eşkere dikin.
Hat diyarkirin kû Mehmet Güneş ê kû li ser pêşniyara Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoğlu (KOSGEB) dabû, dikana terzî ,ya kû bi piştgiriyê vekiriye ,liwir fuhuşê dike.Mehmet Güneş,ê kû gelek wêneyên wî bi Serokomarê Faşîst Erdoğan û Süleyman Soylu re hene, wê dikana kû bi piştgiriya dewletê vekiriye de dimenên kû tecawizê jin û mêrên ciwan dike derket holê.
WENEYÊN KÛ Bİ ERDOĞAN Û SOYLU RE
Derket holê kû Mehmet Güneş, ê kû gelek wêneyên wî bi wezîrên AKPê re hene, bi taybetî jî Erdogan û Soylu re kêşandîye, li bajêr çeteya fuhûşê ava kiriye. Di dîmen û weneyên kû gihiştiye Nûçe Ciwan de, tê dîtîn kû Güneş cihê kar,ê kû bi piştgirîya dewletê ve vekiriye,kiriye cihê esrar û fuhuşê.
KARÊ QİRÊJ Ê SOYLU DİMEŞÎNE
Güneş,ê kû li bajêr wekî mirovê Soylu tê nasîn,bi Serdozgerê Komarê,ê li Amedê Kamil Erkut,ê li Edlîyeya Amedê kû bûye cihê sereke ya qirkirina sîyasî û bi Dadwerê Cezayê Aştiyê ê 4emîn Oktay İkinci re jî weneyên wî derket holê.Tê îdîakirin kû Güneş`ê kû karê qirêj ê Soylu dimeşîne, jibo kû li dijî ciwan û sîyasetmedarên kûrd werin girtin, di bin rêberiya Soylu de, talîmat dide dadger û dozgeran.