SILÊMANIYE – Balafirên dewleta Tirk a dagirker, liser rêya gundê Mareduy yê herêma Pişder seyareyek gundiyan bombebaran kir.
Li gorî zanyariyên ku gundiyan ji ajansa me re ragihandine, bombebaran îro saet di 14.45’an de li ser riya gundê Mareduy ê girêdayî bajaroka Jarawe ya herêm Pişder a Raperîn a parêzgeha Silêmaniyê, pêk hat.
Derbarê encamên bombebaranê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.