NAVENDA NÛÇEYAN – QSD`ê ragihand ku hêzên wan 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtine.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) 2 çeteyên DAIŞ`ê ku tev li êrişên terorîst ên li dijî hêzên wan û sivîlên li Dêrazorê bûbûn, girtin.
QSD`ê diyar kir ku operasyon bi destekdayîna hewayî ji aliyê hêzên Koalisyona Navneteweyî ve li bajarokê Cedîd Igêdat ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat lidarxistin.
QSD`ê got piştî ku şaneyên terorîst dewriyeyeke hêzên wan kiriye hedef, yekîneyên wan di nava 2 rojan de lêgerîn di rûberên berfirh ên herêmê de pêk anîne.
Li gorî malpera fermî ya QSD`ê di wê operasyonê de gelek belge û kaxizên bi çeteyan re hatine desteserkirin.