NAVENDA NÛÇEYAN – Bêrîvan Eyûb bi xwe ji Dihokê ye. Ew sala par 13´ê Cotmehê li hewlêrê ji aliyê hêzên PDK´ê ve hat girtin.
Bêrîvan Eyûb ji hingê ve girtiye û hîna ti ceza lê nehatiye birrîn. Ji wê re weke sedema girtina wê gotine, têkiliya wê bi PKK’ê re heye.
Li dijî girtina xwe ya bi neheqî û binpêkirinên mafên xwe, Bêrîvan Eyûb ev 13 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Ji ber şertên girtinê jî, rewşa siheta wê gelekî nebaş bûye.