BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
27’ê Tebaxê saet di 19:25’an li herêma Avaşînê li qada Werxelê, 30’ê Tebaxê jî saet di 19:10’an li qada Tabûra Ereban, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di her du çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin, bi rengekî serketî li wan hate xistin.
Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;
30’ê Tebaxê saet di navbera 10:00-22:00 de qada berxwedanê ya Werxelê 2 caran bi teqemeniyan, 7 caran jî bi gazên bi jehr hate bombekirin. 31’ê Tebaxê ji saet 09:00 û pê ve qada berxwedanê bi gazên bi jehr tê bombekirin.
Li ser qadên berxwedanê liv û tevgereke zêde ya droneyan û balafirên keşfê dewam dike.
30’ê Tebaxê saet di navbera 01:00-01:30’î û 31’ê Tebaxê saet di navbera 09:00-09:30’î de qada Çemço ya li herêma Zapê bi obusan ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hate bombekirin.
30’ê Tebaxê ji saet 13:00 heta nîvê şevê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Êdinê, Bênavê, Kêste, Hirorê û qadên Girê Şehîd Çiya û Kela Qûmriyê ji aliyê qereqolên li ser sînorê ve bi obusan hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmana artêşa Tirk a dagirker agir bi qadê ket û şewat dewam dike.”