HAMBURG – Girseya ku saet di 18:00 de li hev civiya, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest bi çalakiyê kir.
Di axaftinên li çalakiyê de, êrîşên Komara Tirk a faşîst a li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Rojava û herî dawî jî kampa Qadiya Êzîdî ya li Zaxo û bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî van êrîşan hatin nirxandin.
Di çalakiya ku nêzî saetekê dom kir de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Es Lebe Ocalan” û “Terorîst Erdogan” gelek caran hatin qîrîn. Çalakî piştî dirûşmeyan bi dawî bû.