LAVRÎO – Çalakiya greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê ku di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin koma 49’emîn îro ji koma Têkoşîna Prosfigika yên anarşîstên Yewnanî ve hate wergirtin. Çalakî îro, di roja 241’an de bi merasîmekê ji hêla koma 49’an re dewr hate standin.
Li ser navê koma 49’emîn Îzet Topgaç axivî û bal kişand ser êrîşê dewleta tirk û KDP’ê wiha got: “KDP îxaneta xwe berdewam dike. Duh bi dronan êrîş li qampa Êzidiyan hat kirin. Em vê êrîş û îxanetê şermezar dikin. Em niha wek koma 49’an spasiyê xwe ji koma anarşîstan dikin û serkeftina wan dixwazin.”
Çalakî bi slogana ” Bijî Serok Apo” dawî bû.