NAVENDA NÛÇEYAN- Meşa Dirêj ya ku ji aliyê ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve tê organîzekirin, li bajarê Koln ê Elmanyayê di 11’ê Îlon’ê de dest pê dike.
Komîteya Amadekar, ku ji bo çalakiya ku wê ciwanên Kurd ên ji çar aliyên Ewropayê li hev bicivîne, xebatên xwe yên dawîn dike, vîdyoya banga ku wan amade kir, weşand.
Komîteya Amadekariyê di derheqê meşa dirêj de ajansa me re axivî: Komîteyê diyar kir ku armaca wan a sereke azadiya Rêber Apo ye. Ewên bi vê armancê ve di meşa dirêj de ciwanên Kurdistanî ên ku Ewropayê dijin meşê de bînin gel hev.
Li dijî tecrîtê û êrişên li ser gelê kurd û gerîlla ewên wek Ciwana têbikoşin û berxwe bidin. Bi vê armancê ew bi şiyara “Dest bi Dest – Mil bi Mil: Werin Cenga Azadiyê” ve ewên meşa îsal organîze bikin û serbikevin.