COLEMÊRG – Endama YJA Starê Dîcle Uzum a li Colemêrgê şehîd bibû, teslîmî malbata wê hat kirin.
Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum a di 26’ê Tîrmehê de, li herêma Meydanbelek a girêdayî Colemêrgê, di êrişa bombebarana balafirên şer de şehîd bû, teslîmî malbata wê hat kirin. Malbata di 27’ê Tîrmehê de hatibû Colemêrgê û ji bo cenazeyê keça xwe bigire, testa DNA’yê da bû. Malbatê piştî lihev hatina testê, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê da. Malbatê, cenazeyê keça xwe girtin û birin Êlihê. Malbatê, da zanîn ku cenazeyê keça xwe bi awayekê parçekirî teslîm girtiye.