NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum a di 26’ê Tîrmehê de li herêma Meydan Belek a girêdayî Colemêrgê, di êrişa bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe hat veşartin.
Malbata di 27’ê Tîrmehê de çûbû Colemêrgê û ji bo cenazeyê keça xwe bigire, testa DNA’yê dabû.
Malbatê piştî lihevhatina testê, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû û cenazeyê keça xwe girtibûn û anîn Êlihê.
Uzum, li Goristana Asrî ya navenda bajêr di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.