STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Ibrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin ku miwekîlê xwe bibînin.
Ji sala 1999’an û vir ve ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hêsîr hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Bi Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê tecrîda giran li ser tê danîn.
Herî dawî 25’ê Adarê Rêberê Gelan bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû û axaftina bi telefonê hê neqediyayî hatibû birîn.