NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Derve ya hikumeta Şamê daxuyanyên Wezîrê Derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu ku derewand. Çavuşoglu di daxuyanyên xwe de ragihand ku welatî wê derbarê dozên girêdayî ewlehî û şerê li dijî terorê de diyalogan bi Şamê re dike.
Çavuşoglu ji kenaleke tirkî re got: “Diyalogên bi Sûriyê re li ser asta cîhazê taybet û îstîxbaratê de pêk tên.”
Çavkaniyekî fermî di nav Wezareta Derve ya hikumeta Şamê de ji ajansa “SANA” ya girêdayî hikumetê re ev daxuyanî derewand û got, tu peywendî û diyalog bi rejîma Tirk re tunene, bi taybet di warê têkoşîna li dijî terorê de.
Her wiha got: “Ji her kesî re eşkere ye ku rejîma serwer a li Enqereyê piştevahî sereke yê terorê ye û hişt ku Tirkiyê bibe xezîneya tundraw û terorê ya ku gefan li aştî û istiqrara herêmê û cîhanê dixwe, her wiha bi awayekî eşkere qanûnên navneteweyî yên têkildarî têkoşîna li dijî terorê bin pê dike.”
Di demên dawî de aliyên tirkî ragihandibû ku serokê îstîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan û hempîşeyê wê yê hikumeta Şamê Elî Memlûk dê li Bexdayê bicivin.
Di Çileya 2020’î de Melmûk bi Fîdan û berpirsên rûs li Moskove civiya bû.