NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Sînemok ya ser bi Binarê Qendîlê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 welatî birîndar bûn.
Duh bi şev balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Sînemok ya ser bi nehya Sengeser ya ser bi navçeya Qeladizê, 3 caran bombebaran kir. Balafiran yek ser welatiyên sivîl kir hedef û di encamê de 2 welatî birîndar bûn.
Hevserokê şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen derbarê êrişê de ji Rojnews re axivî û got; “Duh bi şev balafirên şer 3 caran gundê Sînemok bombebaran kirin. Ji ber êrişê 2 welatî birîndar bûn. Ji bilî birîndarbûna welatiyan ziyanek mezin gihişt bax û baxçeyê welatiyan. Derî û pencerên malên welatiyan jî şikestin.”