HESEKÊ – Ciwanên Xwendekar ên Hesekê amadekariya Pêşengehê dikin.
Îro ji bo amadekariya pêşengeha ku ji aliyê Tevgera Xwendekarên Demokratik ve bê pêkanîn li Hesekê civînek pêk hat.
Pêşengeha ku bi şiyara “Bi huner û îlhamê emê Şoreşa xwe ava bikin” ve pêk were dê 11’ê Îlonê di Baxçeyê Serok Apo ya li Nasrayê de pêk were.
Di çarçova amadekariya Pêşengehê de ciwanan îro dawetiye belav kirin. Gelên heremê eleqeyeke mezin nîşanê ciwanan da.