DÊRÎK – Li dijî dijminahiya PDK’ê û Tecîda li ser Rêber Apo li her çar parçeyên welat û cihên ku li Kurdîstanî lê dijîn gel cur bi cur çalakiyên protestoyî pêk tînin. Ev çalakî bi gelemperî di pêşengtiya ciwanan de pêk tên.
Taybet ciwanên Rojava dev ji qadan bernadin. Îro jî bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêrîkê meşeke protestoyî pêk anîn.
Meşa ku li Dêrîkê di bin şiyara “Werin Cenga Azadiyê” ve pêk hat saet 7 tan de destpê kir. Meşa ku sedan ciwan tevlî bûnê ji aliyê şêniyên herêmê ve jî rastê eleqeyeke mezin hat.
Ciwanan diyar kir ku ewên li dijî îxanet û tecrîdê li gel gerîlla cihên xwe bigrin û heta dawî şer bikin.
Meşê de timûtim “Siloganên Bijî Serok Apo û Bijî berxwedana gerîla” hatin avêtin.