BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û Mervan Geresor ê ku di 19’ê Îlon a 2015’an de li Parêzgeha Amedê di bomberdûmanê de şehîd bû bû û Serhildan Serêçiya ku di 25’ê Îlon a 2015’an de li herêma Adilbeg a Avaşîn di êrîşa hewayî de şehîd bû bû bi bîr anî.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Em hevrêyê xwe Mervan ku bi kesayata xwe ya vîna Apoyî ya qewîn û kedkar li her qadê di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de peywirên xwe yên pêşengiyê bi serkeftî bi cih anî û 19’ê Îlona 2015’an li Eyaleta Amedê di bombebaran dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûyî, di salvegera şehîdbûnê de bi bir tînin.
Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Mervan Geresor Nav û Paşnav: Mehmet Altûnterûn Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayikê-Bav: Fatma – Mehmet Tahir Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 19’ê Îlona 2015 |
Hevrêyê me Mervan li Amedê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber derdora ku lê çêbûyî û mezinbûyî welatparêz bû û ji zaroktî ve zilma dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdistanê dîtiye û ev bûye sedema ku hêrsa wî ya li dijmin rabe. Ev hêrsa xwe bi zemên re kiriye têkoşîneke bîrewer û li dijî dewleta Tirk a qirker têkoşiyaye. Li hemû derdorên têkoşînê tim bi wijdan tevgeriyaye û hewl daye ku zêdetir sûd bide têkoşîna azadiyê ya gelê me. Di nav xebatan de ku rastiya dijmin, hem kedkariya xwe û hem qirkeriya wê dîtiye. Li ser vê bawerî pê aniye ku encex mirov derkeve derveyî pergalê dikare li dijî hişmendiya faşîstî ya dewleta Tirk şer bike dikare bi ser bikeve. Dîtiye ku ev jî encex li nav refên PKK’ê çêdibe û tevlî nav refên gerîla dibe.
Ji roja ku tevlî nav refên gerîla bûyî, bi lêhûrbûna xwe ya li ser qada leşkerî balê dikişîne, di demeke kurt de dibe gerilayekî zîrek .Ji bo ku şêwaz û taktîka gerîla bi hemû zenginiya xwe were bicihanîn û ji bo ku li gorî şertên nû xwe lê bîne hewl daye. Ji ber sedema lêgerîna wî hem li qada leşkerî, tim hewl daye ku li ser Îdeolojiya Rêbertî tiştên nû hîn dibe û hewl daye kesayata xwe bi xasetên milîtaniya Apoyî qewîn bike.
Hevrêyê me Mervan bawerî pê aniye ku xeta Rêbertî dikare ji bo pirsên ku ji bo mirovahiyê bûyî pençeşêr bibe çareserî û heke têkoşîneke rast were dayin bi teqezî wê bi ser bikeve, bi vê bîreweriyê li hemû peywir û berpirsyariyên xwe xwedî derketiye. Her wiha hewl daye ku li bîranîna hevrêyên şehîd ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de têkoşiyana xwedî derkeve, biserxistina têkoşîna azadiyê ku şehîdan dewrî me kiriye hem weke peywireke şoreşger û hem jî peywireke wijdanî tiye û hewl daye ku her gav layiqî şehîdan be.
DI HÊRIŞA HEWAYÎ DE ŞEHÎD BÛ
Em hevrêyê xwe Serhildan ku 25’ê Îlona 2015’an li qada Adilbehê ya Avaşînê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a qirker de şehîd bûyî, di salvgera şehîdbûnê de bi bîr tînin.
Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Serhildan Serêçiya Nav û Paşnav: Îlhamî Aydemîr Cihê Jidayikbûnê: Mûş Navê Dayikê-BAv: Çîgdem – Cindî Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 25’ê Îlona 2015 |
Hevrêyê me Serhildan li Mûşê ya Serhedê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku ji malbatê tevlî nav refên gerîla bûbûn Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas dike, bi demê re xeta îdeolojîk a Partiya me PKK’ê nas dike û hay ji maneya wê ya ji bo Kurdistanê çêbûye. Nexasim li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser gelê me hêrsa xwe rabûye û bawerî pê aniye ku bi teqezî divê ji dijmin tol were hilandin.
Hevrêyê me Serhildan ku bi vê armancê tevlî nav refên gerîla bûyî bi xebatkarî û dirûstiya xwe zû hînî jiyana gerîla û çiyê bûye. Roja tevlêbûna nav gerîla weke roja bûyina xwe dîtiye û bi dil û can xwe li jiyana nû girtiye. Ji bo ku jiyana xwe ya nû bimane bijî bawerî pê aniye ku li felsefeya Rêber Apo hûr bibe, bi vê armancê lêgeriyaye. Her ku Rêber Apo nas dike û jiyana xwe li gorî wê hazir dike baweriya xwe ya bi jiyana azad zêdetir dibe, gav bi gav azad dibe. Hevrêyê me Serhildandi jiyan û şer de kedkdar û fedekar bû, ji bo ku teknîka leşkerî hîn bibe û di qada şer de karîger be tim lêgeriyaye û xwe pêş xistiye.
Hevrêyên me Mervan û Serhildan bi dilgermiya hevrêtiyê cihê xwe li dilê hemû hevrêyên xwe çêkirine, di serî de serê malbatên wan ên hêja serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be.”