ŞENGAL – Li Komelgeha Guhbel a Şengalê jinên ciwan ji bo piştgiriya PADÊ pêşbirkek bezê lidarxistin. Kesên bûn yekem û dûyem hatin xelatkirin û ji bo namzetê PADÊ Semîr Derwêş banga piştgiriyê hate kirin.
Tê payîn di 10’ê Cotmeha 2021’an de Hilbijartinên Pêşwext yên Parlamentoya Iraqê werin lidarxistin.Ji niha de propagandaya hilbijartinan destpêkiriye. PADÊ jî îsal bi kelecanek xurt carek din tevlî hilbijartinan dibe û namzetê PADÊ yê îsal Semîr Derwêşe.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî li Komelgeha Guhbel a Şengalê, ji bo piştgiriya namzetê PADÊ pêşbirkek bezê lidarxistin. Bi giştî 15 jinên ciwan tevlî pêşbirkê bûn û beziyan.
Pêşbirk ji nav bazara Guhbel heya avahiya Şaredariya Gel dewam kir. Di pêşbirkê de Roniya Qasim bû yekem û Ruyeda Qasim jî bû dûyem. Her dû jinên ciwan ji aliyê hevserokatiya PADÊ ve hatin xelatkirin.
Li ser navê sazî û rêxistinan piştî merasîma xelatkirinê, axaftin hatin kirin.
Hevseroka PADê Zehra Silêman axivî û got; “Sozên ku namzetê me Semîr Derwêş dane em carek din ji bo gelê xwe dûbare dikin. Bi salane li ser navê Êzidiyan gelek kes çûn parlamentoyê, lê pitşa xwe dan Êzidiyan. Emê vê yekê nekin û qebûl jî nakin. Em weke PADÊ çawa beriya niha, li kêleka gelê xwe bûn, niha jî li gel wan bin.”
Endama Tevgera Azadiya Jinê Êzidî Zozan Şengalî jî axivî û bang li Êzidiyan kir, got; “Firsetek weke vê 7 sale nehatiye dîtin, ji bo ku em bi karibin xwedî li mafê xwe derbikevin, divê em xwedî li namzet û partiya xwe derbikevin. Her Êzidiyek li kuderê be, bila piştgiriyê bide Semîr Derwêş û serbikevin.”
Endama Yeketiya Jinên Ciwan ê Êzidî Cîhan Şengalî jî soza xwedî derketina li PADÊ’ê da û got: “Çawa Semîr Derwêş ji bo gelê me soz daye, em jî weke ciwanên Êzidî soz didin heya dawî bi PADÊ re bin û serkftinê mîsoger bikin. Emê ticarî dev ji gelê xwe bernedin.”
Piştî axaftinan ciwanan li ber strana govendê gerandin.