SILÊMANÎ – Meşa Ciwanan a ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê, dijî xiyaneta navxweyî û zextên PDK’ê yên li ser aktivîst û rojnamevanên Behdînanê, li Silêmaniyê destpêkir.
Ji beriya çend kêliyan Meşa ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê, dijî xiyaneta navxweyî û zextên PDK’ê yên li ser aktivîst û rojnamevanên Behdînanê li cadeya Salim a Silêmaniyê destpêkir.
Meşa ku bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz hatiye organîzekirin, gelek welatî tevil bûne.
Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî gerîla” û “Bimre xiyanet” tên gotin. Wê meş heta ber Baxê Giştî yê bajêr berdewam bike.
Tê payîn li ber Baxê Giştî daxuyanî û peyam werin dayîn.