BEHDÎNAN – Ji fermandarên YJA Starê Leyla Amed destnîşan kir ku her kesên li dijî gerîla şer dikin wê bibin hedefa wan.
Fermandar Leyla Amed bersiv da pirsên ANF’ê.
Dewleta Tirk berê cihê gerîla digirt û baregehên leşkerî ava dikir. Lê dîsa jî nekarî tevgera gerîla bide rawestandin. Fermandar Adil Bilika li hember vê konsepta dewlata Tirk digot; ”Leşkerên artêşa Tirk li ser van sînoron destê hevdû bigirin û bisekinin jî, em ê ji nav lingê wan derbas bibin û cihê ku em bixwaziin em ê biçin şer û tekoşîna xwe bikin”. Li ser van gotinan hûn dikarin şerê niha çawa binirxînîn?
Heval Adil, 2006-2007’an gava bi rihê Egîdan di hemleya 1 Hezîranê de derbasî qada Botan Gabarê bû, dijmin Gabar hemû dorpêç kiribû. Wê demê jî Heval Adil got, ev dorpeç ji bo tekoşîna me nabe asteng, dijber wê bibe sedema geşkirina têkoşînê. Li hember vê konsepta şer gotina Heval Adil wateyek xwe ya dîrokî heye. Ji ber li ser bedena welatekî tu carî sînor nayên çêkirin. Kurdistan perçe kirine û dixwazin li ser wê jî sînoran çê bikin. Zarokên vî gelî tu caran vê qebûl nakin. Dewleta Tirk bi konsepteke taybet ji destpêka komarê heta niha dixwaze perçekirina li Kurdistanê girantir bike. Sînor hemû kirin têl û qerekol zêde kirin. Bi van polîtîkayan dixwazin nehêlin gerîla biçin bakur û nikaribin jê derkevin. Lê gerila ne tenê ji Başûr tê, ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlêbûna nav gerîlayan heye. Dewleta Tirk xwest pêşî lê bigire ku gerîla nikaribe derbasî bakur bibe, lê xeleka gerîla her ku diçe mezintir dibe. Kes nikare bi tu awayî pêşiya gerîla bigre, ev xeyaleke têkçûyî ye. Di bêderfetiyê de ev gerîla hat ev çiya girtin û şer kirin, di derfetên îro de qet û qet pêşiya gerîla nayê girtin. Ne ev ax, ne jî ev gel, nikare sînoran qebûl bikin. Ji ber Kurdistan yek parçe ye. Bi çêkirina çend qerekol û tepeyan pêşiya yekitiya wê jî nayê girtin. Li ser vê rastiyê û wateye bi şêweyekî henekî be jî Heval Adil digot; “hûn li ser van sînoran destê hevdû bigrin û bisekinin jî, em ê ji nava lingê derbas bibin û biçin cihê ku em dixwazin û şer û tekoşina xwe geş bikin.”
Di salê 90’î de artêşa Tirk, sal bi sal bi operasyonên berfireh hinek cih girtin. Gava derketin axa me, li gorî xwe gotin, tevgere gerîla wê biqede. Bi vê armanc dikirin ku berxwedan û têkoşîna gerîla bin bixînin. Her salek ku derbas bûyî de, bi mezinbûna gerila dîtin pûç bûne. Di ware teqtîk de têk çûn. Ji ber hebûna wan a li Kurdistanê, ji gerila re bu hedef. Ev hedefên nêz, ji gerila re bu avantaja çalakiyên mezin û zêde. Ev teqtîka bin ketî, di warê aboriyê de jî, bi xwe re, têkçûnek anî. Wê çaxê gava dîtin ku,bi ser nakevin serî li rê û rêbazên cuda dan.
Rixmê di salên borî de bi ser neketin jî îro dîsa heman rêbazan bi kar tînin. Di warê leşkerî de dubarekirina rêbazek binketî divê çawa bê nirxandin?
Îro jî eynî konseptê didomînin. Dibêjin qey bi çêkirina qereqolan û girtina hinek deran wê tevgera gerîla tengav bikin lê bes xwe dixapînin. Xapînokiya wan ji avakirina komarê ve heya niha berdewam e. Dibêjin qey, ew Cudî, Gabar an jî heremek din bigrin wê çûyîn û hatin xelas bibin. Têkilî wê qut bibin û wê gerila jî nikaribe êdî li van deran bijî. Di vir de, wek salên berê dîsa xwe dixapînin. Mînak, par li çiyayê Fillehan heval ji bo karên xwe diçûn û dîhatin. Leşkeran bi armanca ku tevgerîna gerîla bidin sekinandin xwe bi cih kiribûn. Heval wekî her daîm tevgerîna xwe domandin û di heman demê de ev grubên dijmin yên li araziyê veşartî xistin bin venêrenîriya xwe û li wan dan. Di vî şerî de de dû leşker hatin kuştin û yek jê jî birindar bû. Yanî gerîla hem erka xwe pêk anîn û hem jî çalakiyek kirin li ser leşkerê ku di araziye de, qaşo yekineyen veşartî ên kemînê bûn.. Dijmin difikire k gerîla yek xetê bikar tînin. Lê nizanin ku gerîla ji bo xwe gîhandina armanca xwe her cihî bi kar tîne. Rixmê van rastiyan xwesteka xapandina raya giştî jî ya dewleta Tirk xilas nebuye. Roj nîne ku di çapemeniya xwe ya şerê taybet de derewan nekin. Hemû operasyonên wan bê encam bi dawî bûn. Di teqtîk û teknîka xwe de li hember tekoşîna gerila vala derketin.
Di şerê artêşa Tirk de ferq û cudahiya salên berê ji yê niha çiye?
Berê gava şer dikirin giranî didan hejmarek zede a leşkeran. Dîtin nabe. Niha leşker di qerekol û qalekola de mehkum mane. Lewra îja jî pişta xwe dan teknîka di deste xwe de. Vê carê dixwazin bi balafirên keşfê şer bikin û serweriya xwe li ser çiyayê Kurdistanê û gerîla bidin ava kirin. Lê nikarin. Ji ber tekoşînek 40 salî heye. Beriya wê qewmek çiyayî heye. Yên îro vê têkoşînê dikin zarokê vî qewmê çiyayî ne. Di şer û jiyanê de li van çiyayan tu kes nikare wekî wan xwe biparêze.
Gerîla xwe li gorî şerê demê ji nû ve dîzayn kir. Îro em behsa gerîlayên modern dikin. Gerîlayan di şerê çiyayan de li gorî şerê serdemê xwe avakirin. Yanî em behsa gerîlayên serdemê dikin. Ma gengaz e dewleta Tirk li hember hêzek bi vi rengî bi ser keve. Hindek kêmanî û wendahiyên me çêbun. Ne ku dijminê me pirt xurt e, ev wendahiyên me çêdibin, cih cih neketina teqtîka demê, dibe sedem ku wendahiyên me çêbibin. Ger kêmaniyên me çênebin, ne gengaz e ku em wendahî bidin.
Hêjayê gotinê ye em behsa Cudî bikin. Dijmin, ev demek dirêj e dixwaze Cudi bixe dorpêçê de, dixwaze wir ji gerîla xalî bike. Armanc ev e. Lê bes hêzên me nahêlin artéşa Tirk, vê kêfxweşiyê bijî. Çalakiyên ku gerila li Cudî li dar dixin darbeyên ku li dijmin didin, dijmin neçar dihêlin ku pêwistî bi derewan bibîne û bêje, ‘kêm ma, em gerîla ji Cudi pakij dikin’. Ew derewên xweyên 40 salan dikin, em jî şerê xwe yê 40 salan dikin. Êdî dost jî, dijmin jî baş nas kiriye û dizane ka bê kî diqede, kî şer dike û kî têk diçe, kî jî bi ser dikeve. Yên kû dixwazin rastiya dijminê rûreş temaşe bikin, bila berê xwe bidin çiyayên Cudî, wê bibînin ka kî kê ji kû paqij dikin.
Hûn dikarin operasyonên ku tên kirin binirxinin?
Hinek dem hene em dibêjin ‘demên gerila’ ne. Bi hatina biharê re, gerila ji wargehen xwe derdikevin û dikevin tevgerê. Demê wan yên çalakvaniyê ye. Heya zivistanê ev dem direj diçe. Ev nayê wê wateye ku gerila zivistane, çalakiyan nakin. Faktora demsalê li ser tevgera gerîla bandor dike. Lê bes, hinek heremên ku derfetên wan dest didin li wan cihan, hêzên gerîla çalakiyan pêş dixin. Operasyonenên di demên gerîla de tên kirin yên dijmin, tenê operasyonên balafiran e. Dijmin ne wêrek kû were rehet rehet di araziya gerîla de operasyonên bejahî bikin. Hinek cihên wekî zozan, ku ji gerîla re pir ne guncavin de, cih cih operasyonên bejahî pêş dixin, ew qas. Di van operasyonan de jî, bê balafirên keşfê newêrin gavekê baivêjin. Ev ji bo leşkerên ku di qereqol û qeleqola de jî derbasdar in. Ewqas qela çêkirin lê bes dîsa di Kurdistanê de tirsa ewlekariyê dijîn, dibizdin ku gerîla were biavêje ser wan. Wê her dem jî wisa bitirsin, ji ber ku dijmin jî dizane, Kurdistan ne bê xwediyê. Ev 40 sa in, şêrên wê, bazên wê, keç û xortên wê, wê diparêzin.
Artêşa Tirk hatiye asteke ku bê teknîk nikare gavekê biavêj e, hûn vê çawa dinirxînin?
Artêşa Tirkan jixwe bi leşkerên xwe serweriya xwe ya bejahî wenda kiriye. Operasyonên bejahî esasî bi peşengtiya cerdewan û kontrayên xwe firotî tên kirin, dervayê van xwe firotiyan tu hêzekê wan ser erdê nîne. Demên ku gerîla li wargehên zivistanê di nava tevgera perwerdê de ne, wê demê tên araziya bê gerila operasyon dikin. Disa cihên ku gerîla wekî xet, dişûxulîne yekineyén veşartî datînin wan deran. Hebûna leşkerên Tirk, di Çiyayên Kurdistanê de, mehkûmbûyina qereqol û qelekolan e. Tirsa ji gerilayan vê mehkumiyetê dide avakirin. Rixmê rastiyek bi vi rengî heye, kî yê ji derewên wan, yên kû dibên, me gerîla nehişt, bawer bike.
Ji 2015’an şûn ve, arteşa Tirk teknikek pir zêde li ser gerila şixuland. Wan baweriyek mezin da hêza teknîka xwe. Her sala ku derbas bûyî dîtin ku nekarî hêza gerîla bişkînin, berevajî vê, di warê aborî û baweriya xwe a teknîkê de şikestin. Niha baweriya wan bi teknîka wan nemaye.Ji ber dîtin ku gerîla xwe bi demê re nû kir û di çalakvaniyê de tarz û taktîkên nû pêş xistin. Niha ve carê çi dikin, pişta xwe didin hinek yekineyên veşartî, kontra û kesên xwe firotî. Niha gerîla li hember vê tarzê jî çalakiyan dike. Çalakiyên xwe ne tenê li ser artêşa Tirk dike, yên ku bi artêşa Tirkan re di nava hevkariyê de ne, yên ku destê wan di xwîna gelê me de heye û yên kû li hember tekoşina gerîla disekinin jî, deşifre dike û ceza dike. Wê ceza jî bike. Ev kesên ku xwe ji bo pera difiroşin û ji bo azadiya Kurdistanê dibin asteng, wê ji milên hêzên me ve bên ceza kirin.
Reberê me, niha di bin tecrîdek pi giran de li berxwe dide. KCK pêngavek da dest pê kirin. Ji bo vê, pêwist e ji heft salî heta heftê salî divê gelê me rabe ser piyan. Gele me dikare bê kar bimine. Lê bes nikare bê tekoşîn bimine. Gele me êdî qonaxa zindan û mirinê derbas kiriye. PKK’ê êdî ev hê pê re ava kiriye. Gelê me wêrek e, bi cesaret diçe ser dijmin, ev dehan caran îspat buye. Di demên ku dijmin dibê me qezenc kir, pêwist e gele me rabe û bêje, tu nikarî li hember me biserkevî. Pewist e tirsa girtinê qet û qet çênebe. Ger li hember zilmê û dagirkirinê deng hebe, wê demê zindan, işkence û mirin namine. Çawa kû gerilayan li her çiyayekî Kurdistanê erka pêwist pêk anî û pêk tîne, divê gelê me jî erka xwe ya parastinê pêk bîne. Nehêle ku dijmin wisa rehet rehet Kurdistanê dagir bike. Divê gelê me jî, bi qirika dijmin bigre û hesabê bihustekî axa xwe, dilopekî xwîna zarokên xwe ji dijmin bipirse. Dem dema ku bi hêstên tolhildanê li dijmin dayinê ye, ev ji bo gelê me jî derbasdar e. Em ne lawaz in, em xwedî azmunên 40 salan in, me gelek nirx ava kirin, em xurt û wêrek in. Em dikarin divê qonaxê de dijmin bişkînin. Dijmînê me pir lawaz ketiye. Em tenê vê baş bizanibin û erkên demê pêk bînin teqez serkeftin niha ye.