NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya Meşa Dirêj a her salê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê destpêkirin, îsal jî li bajarê Koln ê Elmanya destpê bike heta bajar Aachenê dom bike.
Ciwanan roja 3’an a meşê li pey xwe hişt, tevî hemû provakasyon, êrîşên polîsên Elman jî bi biryardarî dimeşin.
Roja 4’an a meşê li stasyna trenê ya navenda Dûîsbûrgê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û merşa ‘Çerxa Şoreşê’ û dirûşma ‘An Serketin an Serketin’ destpê kir.
Di dema meşînê de komeke nîjatperestên Tirk ketin nava provakasyonan.
Ciwanan bi dirûşman bersiva provakasyonan da. Meş ber bi Thyssen&Krupp û Marxloh ve didome.