STENBOL – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê pankarta li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê daliqand.
Meclîsa Ciwanan a ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li navçeya Kağıthaneyê ya Stenbolê pankart daliqand, bal kişand ku heta ku tecrîd neyê rakirin, wê hilweşîn li hemû qadên jiyanê çêbibe.
Pankarta ku ji aliyê meclîsa ciwanan ve hate nivîsandin “Bi rêxistinî be, azad be, tecrîdê bişikîne” hat nivîsandin.