NAVENDA NÛÇEYAN –
Zekî Erden Nivîsand
Meclisa Ciwanên HDP’ê di 10’ê îlonê de li navçeya Sûrê ya Amedê kampanyaya li dijî tiryak, fihûş û sîxuriyê aşkera kir. Meclisa Ciwanan, armanc û naveroka kampanyayê û têkoşîna li dijî tiryak, fihûş û sîxuriyê di çarçoveya peywirên civakî de nirxand û ji hemû beşên civakê, sazî û dezgehên sivîl û demokratîk alîkar û destek daxwaz kir. Ji berî her tiştî ev mijar gelek girîng e û divê xemsarî û sersarî lê neyê kirin.
Dewlet, hikûmet û daîreya şerê taybet û psîkolojîk li Kurdistanê bi rê û rêbazên kirêt di çarçoveya konsepta şerê taybet û derûnî de tora tiryak, fihûş û sîxuriyê li kurdan ferz dikin. Dixwazin bi vî awayî civaka exlaqî û polîtîk a ku Tevgera Azadiyê ruh lê geş dike û li ser pêyan digire, rizî û belav bikin. Di oxira armanc û hedafên xwe de hewl didin kesayet û ferdên civaka kurdî bêrûmet û bêvîn bikin. Bi destên kom û yekîneyên taybet ên dewletê li kolan, tax, navçe, gund û bajarên Kurdistanê tora tiryak, fihûş û sîxuriyê normalîze dikin. Vê yekê jî bes nabînin, bi saya vê torê leheng û çelengên kurd ên berxwedêr û têkoşer dikujin û didin kiştin. Mal û pergala kurdan wiha tê xerakirin. Ev aliyekî meselê ye.
Aliyê din ê meseleyê exlaqî û polîtîk e û ev mesele bi tenê ne ya ciwanan e. Rast e, ciwan hêza herî karîger a civaka xwe ne, ji bo civakê hêvî û stêrk in. Divê berê wan li heqîqeta azadiyê, çavên wan li rêyên rast û guhên wan jî li banga dengê Nûrî Dêrsimî be. Bes rewşa heyî ya ku me li jorê bi girîngî behs kir, hemû civakê ji nêz ve eleqedar dike. Lewre eger ku em kumê xwe ji serê xwe deynin û rast biaxivin; bi qasî ku tê zanîn gelek kesên di nav tora tiryak, fihûş û sîxuriyê de ne tenê ne kesên ciwan in. Çi bi zanîn û çi bi nezanîn, dijminahiya li xwe û gelê xwe dijminahiya herî mezin e. Civak û nirxên civakê wiha dirizin û tên rizandin.
Kes bi civakê, civak jî bi kesan heye û heyî dibe. Civak rêxistineke exlaqî û polîtîk e. Heke aliyê civakê yê exlaqî û polîtîk têk biçe, êdî kes jî dê weke kerengê ber bi bayê bikeve. Divê ji bîr nebe, civaka bêexlaq û bêpolîtîka dê her tim kole û xulamê dijmin û xelkê be. Heke exlaq û aqilê civakî têk biçe, her tiştê me têk diçe. Ji bo ku civak bi temamî ji hemû nexweşî û xerabiyên dijwar pak û paqij bibe pêdivî bi rizgarî û azadiya civakî ya topyekûn û piralî heye. Civakek xwedîtiyê li xwe neke û bi rola exlaqî û polîtîk ranebe, li ser dika dîrokê namîne, av û av diçe. Dîroka cîhanê ji van tercûbeyan dagirtiye.
Bi peywir û erkên xwe yên dîrokî, exlaqî û polîtîk rabûn dê rê li rizgarî û azadiyê vebike. Helbet pêşengên rojên giran dê dîsa ciwan bin. Lê heke ji 7 salî heta 70’ê salî her kes tev li xebatên exlaqî û polîtîk ên avaker nebin dê rewş baş nebe. Lewre rizîna civakî, rizîna exlaqî û polîtîk e. Divê rê li vê rewşê bê girtin û civak, sazî û dezgehên sivîl û demokratîk kampanyaya Meclisa Ciwanan wekî kampanyaya xwe bibînin û bêdeng nemînin. Divê neyê ji bîr kirin; yek yek e, dudo komek e. Werin em bi hevre li dijî tiryak, fihûş û sîxuriyê serî rakin.
WELAT