BEHDİNAN – Li zindana Amedê dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Yên ku dîrok nivîsandine vejîn û têkoşîna gelan ji her kesî re, ji dost an ji dijmin re nîşan daye. Li zindana Amedê xiyanet û teslîmiyet li pêşberî berxwedana hatiye pêşxistin têk çû.
Davut Karasu, yek ji Fermandarên HPG’ê ye ku di darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980î de beşdarî berxwedana dîrokî ya Zindana Amedê bû, ji Nûce Ciwan re qala Şehîd Alî Çîçek kir.
Karasû “Heval Elî Çîçek de ew enerjiya ciwantiyê pir zêdebû û di cihê xwe de ne disekinî. Heval ELÎ Çîçek ji Ruha/ Hîlwanê bû. Dema ku hat girtin jî 18 salî bû. Heval Elî Çîçek berpirsiyarê me yê jiyanê bû. jiber ku berpirsiyarê komuna mebû. Her tiştê me li gel heval Elî Çîçek kom dibû. Wî jî li gor pêwîstiyên hevalan di jiyanê de tanzîm dikir. Di heman demê de berpirsiyarê meyê têkilîyan bû.” got.
Roportaja ku me ji fermandarê HPG’ê Karasû re çêkir beşa xwe ya yekemîn wiha ye:
Li ser şehadeta heval Elî çîçek re 39 sal derbasbû. Ez dikarim bêjim kî ez gelek bextewarim, ser bilindim ku min hevalekî wek heval Elî Çîçek demeke kurtbe jî min nas kir û min pêre hevaltî kir. Heval Elî Çiçek bi jiyana xwe, bi çalakiya xwe, bi girêdanbûna xwe ya şoreşgerî, hevaltî bi hemî tiştên xwe bû nûmûne. jibo me di jiyana xwe de bû pêşeng. Min heval Elî Çiçek di dawiya sala 1980 an de piştî 12 ê îlonê li zindana Amedê di koguşa 29 an kata 3 yan D blok de naskir. Di wê koguşê de nêzî 97 hevalan hebû. Heval Akîf Yilmaz û Vedat Aydin jî hebûn û ev pêşengên me ne.
Heval Elî Çîçek de ew enerjiya ciwantiyê pir zêdebû û di cihê xwe de ne disekinî. Heval ELÎ Çîçek ji Ruha/ Hîlwanê bû. Dema ku hat girtin jî 18 salî bû. Heval Elî Çîçek berpirsiyarê me yê jiyanê bû. jiber ku berpirsiyarê komuna mebû. Her tiştê me li gel heval Elî Çîçek kom dibû. Wî jî li gor pêwîstiyên hevalan di jiyanê de tanzîm dikir. Di heman demê de berpirsiyarê meyê têkilîyan bû. Eleqetên ku bihatana pêşxistin, dan û standin hemî di bin berpirsiyartiya heval Elî Çîçek de dihatin kirin. Ruxmî ku temenê xwe ewqas piçûk bû jî li gel vî berpirsiyartiyên xwe gelekî mezin bûn. Heval Elî Çîçek bi taybetmendiyên xwe, di jiyana xwe û nêzîkatiyên xwe de bi hemû aliyên xwe ve şoreşger bû. Belkî wek hinek hevalên din ji aliyê zanebûnê ve zêde kûr nebibû lêbelê bi qasî ku fêm dikir ew bi temamî derbasê jiyanê dikir û di jiyanê de jî jinûve diafirand. Piştî destpêka sala 1981 an di destpêka rojiya mirinê de em bi hevre derbasê hucreyan bûn. Di refê 35 û refê 36 an de em demekî ligel hevdu man. Min di wirde jî ew jinêz ve naskir. Heval Elî Çîçek hemî çalakiyên ku li aliyê Ruhayê, Hîlwanê yên li beramberî ajan, bermaberî polîs û beramberî ew eşîretên li dijî rêxistinê rabûne û dixwazin rêxsitinê tine bikin li kuderê dibe bila bile Hevalê Elî Çîçek di van çalakiyan de li pêş bû. Li kuderê çalakî hebîn heval Elî çîçek liwir bû û her di pêşdebû. Li kuderê germahî û rîsk û xeterî hebûya heval Elî Çîçek liwir bû. hevalekî hertim di rewşa êrîşêde bû tu carî xwe tenê di rewşa parastinê de nedihîşt. Angi di cihê xwe de sekinandin ligel wî tinebû. jiber vê yekê mirov dikare bêje tim jiyaneke herikbar û afrîner jiyan dikir û dida çêkirin. Heval ELÎ Çîçek hez kiriyê hemî hevalan bû. Demekî li gel hevalê Kemal Pîr mabû û gelek ji wî tesîr bibû. Di heman demê de hezkirina heval Kemal Pîr jî qezenç kiribû.
Di îşkenceyê de berxwedaniyê de hevalê Elî çîçek pêşentî dikir. Li Urfayê di dema çalakiyekê de bi polîsan re ket şer, di dema şer de fîşekê wî diqede paşde vedikişe û dikeve kolaneke ku rê lê tineye dema ku dixwaze xwe ji duwarde bavêje jiber ku duwar bilinde di wî esnayê de polîs bi lingê wî digire û wisa dikeve dest. Bi işkenceyeke giran re rû bi rû dimîne û di îşkenceyê de sekna ku daye nîşandan nûmûneye, mînake. wî vaya ji xwe re kiribû weke karakter, weke kesayet. Tu caran li beramberê dijmin xwe lewaz nedida nîşandan. hertim liser pîyan û serbilind disekinî. Di îşkenceyê de polîsan nekaribûn yek peyvek ji devê wî bigirin. Li hember her cûre îşkenceyê xwedî helwestbû. Jiber vî helwest û sekna wî polîs jî timî daîm tehrîk dibû û zêdetir êrîşê heval Elî Çîçek dikir. Hevalekî pir atîk û herikbar bû. Te carekî dinêrî heval Elî di koguşê deye, carekî dinêrî li katê sisêya ye ango ewqas bi tevgerbû û cihê xwe nedisekinî.
Di zindanê de koguşa 35 an de heya dawiyê berxwedan kir. Tu carî li hember dijmin tewîz nedida. piştî ku hevalên pêşeng wek biryarên giştî girtin, wê demê hevalê Elî Çîçek ligel hevalê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan hereket kir. Heval Elî Çîçek bi van hevalan û giştî hevaltiyê ve pir girêdayî bû. Dema ku kêmasiyên xwe yên fikrî û nebesiyên xwe derdiketin û ferq dikir hertim xwe bi van hevalan digirt, biwan re dida temam kirin û bi wan re dimeşiya. Jiber vê yekê di her biryar û sekina van hevalên pêşeng de bi wan re disekinî. Jiber vê yekê jî di berxwedana xwe de terzê heval Xeyrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr dida meşandin. Terzê ku digot ‘’ berxwedan jiyane, teslîmîyet dibe îxanetê berxwedan dibe serkeftinê, em jiyanê biqasî di oxra wî de xwe feda bikin hez dikin’’ ji xwe re esas digirt. Jiber vê yekê heval Elî Çîçek bixwe serî heya dawî jîyan bû. Sembola jiyanê bû.
Yek ji tiştek herî zêde jî em behs bikin ew helwesta wî ya ketina rojiya mirinê ye. Dema ku biryara rojiya mirinê destpê dike ew bixwe jî di mehkemêde ye. Dema ku destpêkê heval Xeyrî Durmuş dibêje ‘’ Em ji bo dewayekê jiyan dikin, eger em nikaribin dewaya xwe biparêzin wê demê maneya me ya jiyan kirinê jî nîne.‘’ wisa dest bi rojiya mirinê dike. Heval Kemal Pîr jî ji cihê xwe radibe û dibêje ez jî dest bi rojiya mirinê dikim. Dema Ku heval Elî Çîçek dixwaze biaxive dadgeh naxwaze mafê xaftinê bidê jê dipirse ku tê çi bêjî Ew jî dibêje ez dixwazim liser hinek kiryarên xwe biaxivim. Dema ku heval Elî vê gotinê dike mehkeme difikire ku ewê hinek tiştan îtîraf bike kêfa wan ji rewşê tê û mafê axaftinê didin. Elî Çîçek tê derbas dibe mîkrofonê digire. Behsa hinek çalakiyên ku wî bixwe kirine dike. Dibêje ‘’ Ez çûm cihê bazarê kesek li wir min ew înfaz kir. Filan mektebê filan mamoste hebû ajantî dikir min ew înfaz kir.’’ behsa gelek çalakiyên bi vê şeklê dike û hemûyan digire liser xwe. Dibê je: ‘’ Kesên ku niha livir bi min re tên dadgeh kirin eleqeya wan bi vê nûyerê re nîne. Min kiriye û ez ji bo vî poşman jî nînim. Ez weke eskerekî PKK, wekî neferekî PKK vî gavê jî telîmat were ezê dîsa bikim. Di kîtaba PKK ê de tucarî teslîmîyet neyê nivîsandin. PKK tim û daîm berxwedan nîşanê me daye. Ez jî ligel hevalê Xeyrî Dûrmûş û Kemal Pîr bê yî şert dikevime rojiya mirinê.’’Bi vî rengê derbasê cihê xwe dibe. Çima Elî Çîçek ew çalakiyên ku dibin ewqas îşkenceyê de qebûl nekir di mehkemê de hemî anî liser ziman. Sedema wî çibû. Di heval Elî Çîçek de bi qasî serê derziyê jî dudilî nîne eme eger hebe jî beriya bikeve rojiya mirinê wî jî ji holê radike. Yanî her tiştê ku nişaneyê vegerê ne ji binîve dirûxîne û dişewitîne. Ango ewqas çalakiyên ku hatine kirin îlan kirina wan jibo îdama wî têr dike û zêdeye jî. Jixwe ew kes jî hemû ajanên mîta tirkan û endamên wan in. Yanî bi her tiştê xwe ve dikeve vê çalakiyê. Dema ku hevalê Elî Çîçek biçe karekî, biçe çalakiyekî bi qasî serê derziyekî jî di xwede tereddût nahêle. Bi vî rengê jî kete rojiya mirinê.
Ez weke bîranîn dixwazim hinek tişten bînim ziman. Em di koguşa 29 emîn de destpêka 1981 an ketine rojiya mirinê çend rojên destpêkê derbasbûn. Tabî me nizanibû ewê çiqas dem bajo. Hevalan gotin cîddîyeta rojiya mirinê bi vê şeklê nayê fêm kirin. Bila hevalek ji me wek ku ji ser hişê xwe çûye bide nîşan em wisa vî rewşê bixin rojev. Hevalê Eli Çîçek çû xwe liber derî avête erdê. Bangê gardiyan kirin ku kesek liser hişê xwe çûye. Grdiyan bi yekê din ve hatin ew kişandin ber devê derî. Mijîl dibn avê lê dikin didkin nakên bi ser xwe ve nayê. Yek ji wan gardiyanan dema binê lingê heval Elî Çîçek xurand heval Elî ÇÎÇEK yekser rabû ser xwe keniya û derbasê hundûr bû. Tevê heval Elî ÇÎÇEK gelek hevalên wê demê jî bi temen ciwanbûn. Wisa kesê temenê zêde pir tinebû. Dema haval Mazlûm Dogan giha şehadê 27 salî bû. Hevalê kû hindekî bi emrê xwe ji hevalên din mezintir hevalê Kemal Pîr bû. Jiber wî yekê hevalan bi henekî jê re carna digotin îxtîyar. Jixwe paşnavê wî jî Pîr bû. wek hinek hevalan caran wisa digotin lê dinav hevalande li hember van hevalên pêşeng hurmet û heskirinek pir mezin hebû.