KOBANÊ – Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê li daristanekê li bajarê Kobanê dest pê kir.
Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mezgîn Xelîl axivî û got: “Bi rihê berxwedana Kobanê em vê mîhrîcanê li hemû şehîdan pîroz dikin û dibêjin, faşîzma Tirk her çiqasî êrişên xwe li ser Kurdistanê zêde bike em ê asta têkoşînê bilind bikin heya serkeftinê bi dest bixin.”
Mizgîn bal kişand ser berxwedana jinan a li hemberî dagirkerî û faşîzmê û destnîşan kir ku jina Kurd ji bingehê ramanê rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe û bi rihê jin û ciwanan dê serkeftin a gelê Kurd be.
Dayika şehîd Destîna Fîras Kobanê, Xezale jî mîhrîcan li hemûyan pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir.
Qada mîhrîcanê bi wêneyên şehîdan hate xemildan, her wiha pêşangeheke pirtûkan hate vekirin, alavên kevn ku jinên Kurd bi kar dianên û xwarinên gelerî hatin pêşandan.
Di mîhrîcanê de, koma stranan a girêdayî Hîlala Zêrîn û hunermend Lêgerîn stran. Paşê koma zarokan a girêdayî navçenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido govendên folklorî yên kurdî pêşkêş kirin.
Her wiha Koma Şehîd Stêrvan şanoyeke li ser berxwedana gerîlayên YJA Starê pêşkêş kir, koma stranan a Hîlala Zêrîn a ji Şehbayê û koma Hîlala Zêrîn a govendê berhemên xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de Koma Botan a girêdayê navenda Baqî Xido stran.
Mîhrîcan wê du rojan berdewam bike û dê sibe çalakiyên werzîşê werin lidarxistin.