SILÊMANÎ – Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed ku êrîşek çekdarî a MÎT’a Tirk ve de şehîd bû, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” niha tê oxirkirin.
Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.
Cenazeyê Şehîd Şukrî Serhed ku bi 4 guleyan hat qetilkirin, birin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê. Piştî otopsiyê cenazeyê Şehîd Şukrî bi ambulansê di bin dirûşmeya “Şehîd namirin” de anîn Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinar. Li vir wê muameleyên olî werin kirin û piştre jî dê merasîma cenaze were lidarxistin.