NAVENDA NÛÇEYAN – Festîvala Şehîd Stêrvan hemû beşên Rojava de bi coş tê pîroz kirin. Herî dawî festîval li hêrêma Firatê de li Kobanê hat li darxistin.
Festîvala Du rojan berdewam kir de tevlêbuneke mezin çêbû. Ji aliye çand û werzîşî de gelek beş hatin pêşwazî kirin û festîvalê ji aliye şêniyên herêmê ve restî eleqeyeke mezin hat.
Me wek ajansa Nûçe Ciwan Mikrofonê xwe dirêjê jinên ciwan kir û nêrînên wan girt.
Jina Ciwan ya ku bi navê Newroz Bozan wiha got:
Navê min Newroz Bozan e. Ez endamê tevgera Jinên Ciwan ê Firatê me. Şehîd Stêrvan ji xwe hevaleke Kobanêyî bû. Ji ber vê îro hemû gele Kobanê li vir hazir e. Festîvala me 2 roj e. Rojek çandî rojek jî werzîşî ye. Bernameya festîvalê dewlemende. Şano, konser, dîlan û hwd gelek tişt hene. Ji ber organîzasyoneke wiha em pir kêfxweş in. Bila dagirker bizanîbin hêza jinên ciwan bedele cihanê ye. Dê ku jin cihanê û zilamsalariyê buguhurînin.
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê Dîlber Yusûf jî wiha got:
Di destpêkê de em Festîvala Şehîd Stêrvan ji bo Serok Apo û hemû gel, ciwan û jinên ciwan û gerilla re em pîroz dikin. Ev festîvala dewlemend hemû beşên rizgarkirî tê li darxistin û niha hê jî berdewam dike.