NAVENDA NÛÇEYAN –
Aysel AVESTA nivîsand
Şer herî zêde dilê dayikan dişewitîne. Ji lewma yên herî zêde ji kûrahiya dilê xwe doza aştiyê dikin, dayik in. Gelek caran ez difikirim û jixwe dipirsim, gelo ew çi qinyat û dilekî ji pola ye ku dayik li ser cenazeyên zarokên xwe, gotina aştiyê bi kar tînin? Dayîka Fehîme ya ku Keça wê Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê Izmîrê hat qetilkirin li cihê bûyerê got, “Bila şehadeta Denîz bibe wesîleya aşitiyê”, “Denizek çû wê bi hezaran Deniz bên”. Dayik bi van peyaman bersivê didin hişmendiya zilam a milîtarîst û daxwaza jiyaneke aram dikin.
Ji bo aştiyê û jiyaneke bi rûmet ji sala 1995´an ve dayikên aştiyê û ji sala 1999´an ve jî Dayikên Şemiyê têdikoşin. Dayik bawer dikin ku dilê wan ji çekên destê desthilatdaran qehîmtir e. Dayikên Şemiyê, her hefte çalakiya xwe ya ji bo zanîna bi aqûbeta xizmên xwe û cezakirina faîlên wan li dar dixin. Tevî israr û biyardariya dayikan jî heta niha aqûbeta windakiriyan nehatiye zelalkirin û kujer nehatine cezakirin.
Gelek Dayikên ku bi salan e li pey hestiyên zarokên xwe digerin bêy ku bigihîjin armanca xwe, çavê xwe li jiyanê digirin. Em rojane bi xemgînî nûçeyên mirina van dayikan dibihîzin û didin. Yek ji wan Dayikan jî Dayika Xeyriye Dogan a 82 salî bû. 3 zarokên Dayika Xeyriye ên bi navê Fahrettîn, Abdulkadîr û Mehmet Alî di dem û cihên cuda de ji bo doza azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirine. Cenazeyê Dayika Xeyriyê Dogan li ser daxwaza wê li kêleka kurê wê Fahrettîn Dogan, hate veşartin. Dayika Xeyriyê beriya jiyana xwe ji dest bide, li kêleka kurê xwe bi destê xwe gora xwe dikole. Gelo kîjan wijdan dikare êşa dilê vê dayikê hilgire. Bi salan li pey edaletê geriya û bi wê hesretê çû.
Dayika Şahîde Ozer jî gelek salan li pey doza zarokên xwe zindan bi zindan û çiya bi çiya geriya. Ew dibe yek ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û ji bo aştiyeke bi rûmet têdikoşe. Ji ber zilm û êşkenceya dewleta Tirk neçar dibe ji cih û warê xwe koç bike û berê xwe bide Elmanyayê. Dayika Şahîde jî weke gelek Dayikên Kurd li welatê xerîbiyê, bi hesreta azadî û aştiyê ji vê dinya gewrik xatirê xwe xwest.
Mînakeke din jî Dayika Emîne Şenyaşar e. Dayika Emîne, tevî kurê xwe Ferît, ev 6 meh in “Li Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar”, li ber edliyeya Rihayê rûdine û bi dovîza li ser “Em tenê edaletê dixwazin” nivîsandî, nobedê digre. Dayikek, ev 6 meh in li ber derî ye, lê nikare bikeve hundir. Daxwazeke xwe ya mafdar heye, komkujî lê hatiye kirin, pergala wê hatiye belavkirin, lê nahêlin bikeve hundir. Bikeve hundir jî dozger, dadger ji ber vê dayikê direvin. Ew jî ne bes e heqaret lê têkirin, tê binçavkirin û doz lê tê vekirin.
Tevî zextan û nexweşiyên xwe yên giran hemûyan jî dayik her sibê dema berê xwe dide ber deriyê edliyê, bi dilêkî şewat dilorîne û qîrîna wê digihêje ezmanan. Dayika ku çavê wê êdî ji rondikan ziwa bûne, tenê li benda edaletê ye. Ji bo daxwaza Dayika Emîne û hemû dayikên ku li aştî û edaletê digerin pêk bê, divê her kesa bi wijdan hewl bide û li gel van dayikan cih bigre. Divê ti kes li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA