STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriteya Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu, ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.
Di 23’ê Îlona 2020’an de, bi hinceta “Nexşerêya” Rêber Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Rêber Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021’an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Rêber Ocalan.
Ji parêzerên Rêber Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.