BEHDÎNAN – Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li herêma Metînayê weşand ku 12’ê Tebaxê hatibû lidarxistin û herî kêm 3 dagirker hatibû cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
12’ê Tebaxê saet di 18:10’an li dijî dagirkerên li ser Girê Azad, hêzên me ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî kirin. Di çalakiyê de kozikek dagirkeran hate îmhakirin ku 3 dagirker û çekek bombeavêj tê de bûn. Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, kozik û bombeavêj hatin îmhakirin û derb li kozikekê hate xistin.