HESEKÊ – Têkildarî mijarê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:
“QSD’ê bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên girêdayî rêxistinên terorî ku berê êrişên li dijî hêzên leşkerî û ewlehî li herêmên Hesekê û gundewarên wê pêk dianîn, girtin.
Operasyona girtina çeteyan li gorî agahiyên îstîxbaratî li taxa El-Bomeîş a Hesekê pêk hat, her wiha çek, cebilxane û hin belgeyên wan hatin desteserkirin.
Ev operasyon di çarçoveya kedên QSD’ê yên pêkanîna ewlehî û aramiyê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat.”