NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Beriya bi demekê, serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû got, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêdivî bi şaxekî rewa heye û ji bo vê yekê jî qala HDP’ê kir. Hinek aliyan ji bo muxatebê çareseriyê rêya Îmraliyê û Ocalan destnîşan kir. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî got, navnîşana çareseriyê meclisa Tirk e û bal bire ser rola Rêber Apo. Lê meseleya esasî ne ev daxuyanî ne, niyeta wan e.
Berê me rola HDP’ê ya di muzakereyan de dît. Heyeta HDP’ê dehê caran di navbera Îmrali, dewleta Tirk û Qendîlê de hevdîtin kirin. Vê pêvajoyê bi awayekî fermî ji sala 2013’an heta 2015’an dewam kir. Lê di encamê de yên ku di hevdîtinan de cih girtin, îro di girtîgehê de ne. Heger niyetekê dewletê ya çareseriyê hebûya, pêvajoyê wê ewqasî dirêj dewam nekira û encama wê jî wê ne felaket bûya.
Lê derdê dewletê ne çareserî ye. Eger mesele çareserî bûya wê dewletê yekser bi PKK’ê re têkilî danîba û encam bi dest xistiba. Armanca wan ew bû ku PKK’ê tesfiye bikin. Bi tesfiyekirina PKK’ê re Kurdan têk bibin û HDP’ê tine bikin. Heger tenê em li wê pêvajoyê binihêrin, ev niyeta dewletê wê xuya bike. Îca tevî vê yekê jî car caran hin rayedarên HDP’ê yan jî siyasetvanên Kurd derdikevin û dibêjin, heger dewleta Tirk çareseriyê dixwaze, bila bi Ocalan re rûnê yan jî HDP’ê muxateb bigire. Ew kes van gotinan bi zanebûn dikin yan jî siyasetê dikin, ez pê nizanim. Lê tişta ez pê dizanim, niyeta dewletê ye.
Gelo em çiqasî vê dewleta kujer û dagirker nas dikin. Dewletek heye ku dixwaze te tine bike û tu qala çareseriyê bi wê dewletê re dikî. Heger derdekî dewletê yê çareseriyê hebûya wê bi Rêber Apo re ev yek pêk anîba. 22 sal in Rêber Apo li cem wan girtî ye û dixwazin yekser vê pirsgirêkê çareser bikin. Jixwe Rêber Apo di hevdîtina xwe ya dawî de jî gotibû heger dewlet amade be, ew dikarin di 6 mehan de vê pirsgirêkê çareser bikin. Li vê derê Rêber Apo qala jidilbûna dewletê dike û dibêje, bila 2 endamên xwe bişîne vê derê, pirsgirêkê wê çareser bikin.
Îro her kes dizane ku şer di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de heye. PKK li ser navê Kurdan vî şerî dimeşîne. Ev jî şerê parastin û hebûna Kurdan e. Heger çareserî jî pêk were, ew ê di navbera PKK’ê û Dewleta Tirk de çêbe. Lewma kesên şerê hev dikin, dikarin aştiyê bikin. Yê ku biryara çareseriyê bidin, ev hêz in. Rêber Apo li ser navê PKK’ê dehê salan hevdîtinan bi heyetên dewletê re dike. Gelek heyet çûn Îmraliyê, lê ne ji dil bûn. Rêber Apo ji bo ku ev hevdîtin fermî bibin û bibe qanûn, rêya meclisa Tirk destnîşan kir.
Wî digot, bila hevdîtinên me ne veşartî bin. Tiştek ji civakê neyê veşartin. Lê dewletê nedixwest hevdîtinên wan ên bi Rêber Apo û PKK’ê re fermî bibin. Ji bo vê yekê jî her tim HDP xistin navbera xwe. Niha jî daxuyaniya serokê CHP’ê xizmeta heman zêhniyetê dike. Heger derdekî wan ê çareseriyê hebe, divê PKK’ê û Rêber Apo nas bikin. Wekî din em dibînin ku ne ji dil in. Yê ku dewlet şerê wan dike, PKK ye û ev dewlet nikare PKK’ê tine hesab bike. Li tevahiya cîhanê hatiye dîtin ku muzakere yekser bi wan rêxistinên çekdar re hatiye kirin.
Îca li Tirkiyê rewş cûda ye. Dev ji PKK’ê berdin, ev dewlet hebûna Kurdan û HDP’ê jî qebûl nake. Dewleta Tirk ji sala 1984’an ve şerê PKK’ê dike, lê wekî ku tinebe tevdigere. Lê encam jî xuya ye. Ev dewlet neçar maye dehê caran bi Ocalan re hevdîtinan bike. Beriya bi çend hefteyan daxuyaniyek Murat Karayilan hebû û digot, Erdogan bang li PKK´ê kiriye ji bo agirbestê. Her ku dewlet dikeve tengasiyê, qala agirbest û hevdîtinan dike. Ji daxuyaniya dawî ya Kiliçdaroglû jî em vê fêm dikin. Lê bila vê carê yekser biçin cem PKK û Ocalan. Çareserî li cem wan e. Divê HDP jî berê wan bide wê derê. Heger cidî û ji dil bin, bila li deriyê wan bixin…
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA