QAMİŞLO – Demeke ENKS li seranserê Rojava de ji bo Rêveberiya Xweser û şoreşê bike hedef ketiye tevgerê. ENKS’ya ku Li Efrînê de hevkariya çeteyên dewleta Tirk dike niha jî dixwaze bi fîtne û fesadiyan ve Rojavayê Kurdistanê de tevlîheviyekî derxe holê û dagirkeriyê re rê vebike.
Bi vê armancê Îro 15 – 20 çeteyên girêdayê ENKS’ê xwestin ku di bin navê protestoyê de xwepêşandana ixanetê pêk bînin.
Îxaneta ku hate xwestin di navenda Qamişloyê de were pêkanîn rastê hersa ciwanên birûmet hat. Ciwana bi siloganênên “Bimre Îxanet” ve bertekên xwe yên demokratîk anîn li ser ziman. Her çiqas di nav koma îxanetkaran de hin kesan xwestin provakasyonan pêk bînin û bi vê armancê xwestin êrişên ciwanan bikin jî ciwan ketin pozîsyona xweparastinê û rê nedan provakasyonan.