NAVENDA NÛÇEYAN –Roj nîne ku li Kurdistanê gêrilla dagirkerên Tirk ceza neke.
Piştî ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya ku 23 Nisan’ê de li hember qadên Gerîla dest pê kirîbû artêşa Tirk her roj gelek windahiyan dide.
Lê tê zanîn ku dewleta Faşîst windahiyên xwe sedî nod vedişêre. Herî dawî doh êvarê Başûrê Kurdistanê de agahiyên pevçûnên dijwar hat. Çavkaniyên me yên herêmî diyar kirin ku gelek mirî û birîndarên dewleta Tirk hene.
Lê artêşa faşîst miriyên xwe di bin navê cuda cuda de parvedike. Windahiya ku derket holê şûn de artêşê daxuyanî da û îdîa kir ku ew leşker dar li ser de ketiye û wisa mirî ye!
Miriyê ku artêşa Tirk parvekir nasnameya wî wiha ye:
P. Uzm. Çvş. Faruk Eser