LAVRÎO – Li Kampa Lavrîoyê ya Yewnanîstanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo endamên PKK’ê şehîd Îrfan Guler (Adil Ûrfa) 14’ê Adara 2021’ê, Saît Uçlu (Ferat Pîr) jî 29’ê Adara 2021’ê, Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) 17’ê Îlona 2021’ê, Emrah Yildizer (Devran Glîdax) 4’ê Nîsana 2021’ê, Turan Kîsak (Şoreş Glîdax) 24’ê Tebaxa 2021’ê, Firat Firat (Xebat Leheng) 24’ê Tebaxa 2021’ê, Celal Ozcan (Botan Ozgur) 3’yê Îlona 2021’ê, Rama Şemdîn (Zinar welat) 3’yê Îlona 2021’ê û Hêvî Mamo (Delal Qamişlo) 3’yê Îlona 2021’ê şehîd bûn bi merasîmekê hat bîranîn.
Merasîma li Salona Konferansa Şehîd Xelîl Uysal hat li dar xistin bi wêneyê şehîdan û alên PKK’ê hat xemilandin û find hat vêxistin. Merasîm ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Gelek malbatê şehîdan û bi dehan welatî û çepgirên enternasyonel jî beşdarî merasîmê bûn.
Siyasetmedar Nûrhak Ûlûdax di derbarê şehîdan ve axaftinek kir. Ûlûdax diyar kir ku tu carî armanca şehîdên me namir e û her tim zindî ye û wiha got: “Şehîdên me her tim pêşeroja me ronî dikin. Tu carî xwîna wan li erdê namîne. Armanc û hedefa wan nakeve bin axê. Em soz didin şehîdan, emê armanca wan bi cîh bînin.” Piştî axaftinê sînevîzyona ku ji bo her neh hevalên şehîd hatibû amadekirin hat temaşekirin.
Piştî sînevîzyonê merasîm bi sloganên “Şehîd namirin” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.